11.99 

Pirtûk: Mirina Kalekî Rind
Nivîskar: Mehmed Uzun

Cure: Roman

حالة التوفر: متوفر في المخزون

Mirina Kalekî Rind – Mehmed Uzun

Du meriv. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900’î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, danûstandinên wan yên bi hev re û bi doralî re, dijwarî berberiyên wan… Romana Mirina Kalekî Rind ya Mehmed Uzun ya duwemîn, Mirina Kalekî rind, li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê. Ronakbîrê nûjen Serdar Azad pênûs di destan de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirtijî dike û li milekî din jî, ew bi kalo re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe, bîranên xwe û zarokatiya xwe dike. Yanê, roman ne bi tenê li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin û vegotin. Mirov dikare Kalo wekî rûpelekî jibîrbûyî ji dîroka Kurdistanê bibîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, wekî mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî… ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, hewçend jî gelemper in.

Nivîskarê Romanê: Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Mehmed Uzun di nav nivîskarên hemdem yên Kurd de, bêşik yê herî berbiçav e. Ji bo ronesansa zimanekî ku demeke dirêj e di gefên tunekiriê de ye wî gelek tişt kirin.

الكاتب

التصنيف

دار النشر

عدد الصفحات

119

ISBN

9786257370080

اللغة

منتجات ذات الصلة

Shopping Cart
Mirina Kalekî Rind - Mehmed Uzun - Pirtûkên KurdîMirina Kalekî Rind
11.99 

حالة التوفر: متوفر في المخزون