Peyalên Janê – Can Bapîr
Peyalên Janê ya Can Bapîr, gelek şêweyên helbestê di hundirê xwe de radigire.
Ji cûreyên rêzbend, çarîn û her wiha pexşan mirov têde dibîne.
Helbestvan Can Bapîr di hûnandina hevok û wêneyên helbestê de pala xwe daye peyvên kurdî yên resen û her wiha ji çanda xwe ya kobanî dûr neketiye.
Bi wirdekariyê dest pê kiriye, lîstokên kevin ta zargotin di helbestên wî de cihên xwe digirin, pir caran em dibînin ku ji kaniya sofîzimê vexwariye, nemaze di çarînên Meyxanan de ku têde dikeve ol û afirandeyên Xwedê û pirsên hebûnê.
Can di Peyalên Janê de carinan barê helbestê li pişta xwe kiriye û carinan jî barê êşên xwe û êşên welatê xwe daye ser milê helbestê.
Bi awayekî giştî em li pêş helbest û pexşanên cûr bi cûr in bi rengekî modern ku hatine ristin û bi hostayetî ji dil hatine hinartin.