10.99 

Pirtûk: Ponijîn
Nivîskar: Rênas Jiyan

Cure: Cureyên din

Ponijîn – Rênas Jiyan

Ewilî hatin navên me guhertin, wan zimanê me ji zimanan nehesiband û ew jî guhert, kêfa wan wiha dixwest. Zimanê me li gorî wan ne tu ziman bû û pê tu jehr belav nedibû, ger mesele ziman bûya va ye yê wan, ew besî me gişan bû. Navê welatê me qedexe bû, kê ew bi lêv bikira xayin bû, zimanê wî musteheqî jêkirinê bû, lê yê welatê wan navekî gibgibe bû, kê ew bi lêv bikira jê mezintir û serbilindtir mirov tune bû. Ala wan ala mêrxasan bû, rengê xwe ji xwîna laşê wan stendibû, lê ya me paçikekî dera hanê bû. Me tu carî helbestek an jî metneke wêjeyî tune bû, ma em ne ew kerî bûn ku derd û janên me ji zûrîn, ji barebar û ji qajewajan pêk hatibû, îcar em li kû û huner li kû, ma ev dibû? Ma mirov ewqasî ji ser xwe diçû? Îcar em û hebûn? Ma ji bo ku em hebûna divê wan ji me re negota “kûn”?! 

Wexta xwe li ser serê me mezin dikin, an dipesinin, an me bi tiştekî nahesibînin, an payetiyan dikin, an me birçî dihêlin, an jî dikujin ew van hemû tiştan ji bo me dikin. Ma ew nabêjin, em pirr ji kurdan hez dikin? Ew xêra me dixwazin û divê em ji wan bawer bikin. Gava bixwazin divê karibin ruhê me bistînin, ew mezin in pirr û pirr mezin in, biqasî “edalet”a xwe mezin in.

Pirtûka Rênas Jiyan ya bi navê Ponijîn ji weşanên Belkî derketiye.

الكاتب

التصنيف

دار النشر

عدد الصفحات

144

ISBN

9786055071318

اللغة

منتجات ذات الصلة

Shopping Cart
Ponijîn - Rênas Jiyan - pirtûkên kurdî - felsefePonijîn
10.99