Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê – Mehmed Uzun
Romana Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê ya MEhmed Uzun, romana dengbêjê efsanewî yê Kurd, Evdalê Zeynikê ye. Jiyana Evdalê Zeynikê, bi riya dengbêjê Kovara Hawarê, Ehmedê Fermanê Kîkî bi sebr û sebat, bi hostehî, bi gotin, bi qise û peyvên ku di tûrikê xwe de veşartiye, ji nû ve tê vejandin, tê xemilandin û vegotin. Bi riya vê vegotin û serpêhatiya dengbêj em têdigihin, Evdalê Zeynikê dengbêjekî welê ye ku, ew bi awaza xwe li hember ba û bahoz, birûsk û tofanê radibe, dibe dengê dinê û mîna tîrêjên rojê, direşe ser rûyê erdê û zora tarîtiyê dibe, her deverî bi dengê xwe yê xurt ronî dike. Em rastê destana sedsalan a çand û edebiyata kurdî, evîna nemir Siyabend û Xecê jî tên, em dibin guhdar û xwendevanê vê metelokê, herw eha, berê me dikeve ser riya Mîrekanên wê serdemê yên welêt, xweşî û kirêtiya wan, yar û neyariya wan. Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, seranserê jiyana dengbêjekî siûdneçê vedibêje.
“Navê min Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî. Yanî Ehmed navê min e. Ferman hem paşnav hem jî siûda min e. Kîkî jî ji Kîkan tê, navê eşîra min e. Hin navên min ên din jî hene; dengbêjê kovarê, stranvanê Hawarê û hwd… Heta carina ji bo min weha jî tê gotin; ‘dengbêjê me yê delal, kalemêrê Kîkan, roniya çavan, îxtiyarê civatan, berdevkê maqûl û axan û berdilê ciwan û xortan…’ Gava meriv zarşêrîn be û bixwaze dilê yekî xweş bike, gotin û qise pir in. Belê, rast e; ez dengbêj û stranvan im. Ji stran, kilam, çîrok, mesele, serpêhatî û gotinan pê ve, ez bi kêrî tu tiştî nayêm. Gotin jîna min e.”
Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.