Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê – Mehmed Uzun
Baz. Kevok. Serbûriya Baz û Kevokê. Romana wan. Vegotina qedera wan. Vegotina serbûriya Baz û Kevokê ku bi mirinê dest pê dike û roman bi vegotina serbûriyên wan ên têvel ên tekel car bi car pêrgî hev tê û welê didome û paşê jî bi mirinê bi dawî dibe. Du însanên ji heman axê û siûdeke neçê, li ser eniya wan bê nivîsandin û wan bike endamê du eniyên ji hevdu cihê, wan bike dijber û neyarê hev.
Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê ya Mehmed Uzun, xwe dispêre destana herî kevnare ya însan û însanetiyê: Gilgamiş. Bi riya naveroka vê destana ewçend antîk û kevnare em hest pê dikin ku riya ronahiyê li ser riya tarîtiyê ye. Têkoşîn ronahiyê bi xwe re tîne, hêza evînê kambaxiya mirinê têk dibe.
Nivîskarê Romanê: Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.