Xecê li dû Celadet Bedirxan e 3 – Yasemîn Elban
Xeçê her êvar bi kelecana tê, serboriyên xwe yên rojane li ser rûpelên min dinivîse. ne tenê serboriyên xwe, xewnên xwe, xeyalên xwe, carina helbest û carina jî çîrokên xwe dinivîse. Xeçê keçeke pir jîr û jêhatî ye, di heman demê dilhenûn û qencîxwaz e, ji ber vê yekê her roj bûyerên cuda cuda dijî. ya rast, ez ji ber meraqa wê ya li ser dîrok û kesên navdar jî pir kêfxweş dibim û bêhtir ji wê hez dikim…